Sistanî daxazê ji Iraqîyan diket da yek bigrin

Oldarê bilindê Şî’e li Iraqê daxazê ji Iraqîyan diket da yek bigrin û got buheye tond û tîjîya tîreyî welatî wêran biken.

Ayetullah Elî El-Sistanî daxaz ji rêberêt olî û syasî, serokî eşîreta û kesêt dî kir da karî biken bu ragirtina kuştina xelkî.

Roja çarşembî pêşvenêrê Netewêt Yekgirtî Eşref Qazî daxaz ji rêberêt Iraqî kir da bizavê biken tond û tîjî bi dumahî bînin.

Roja pêncşembî, leşkirê Amerîkî ragehand ku marînekê Amerîkî li parêzgeha Enbar hate kuştin.