Kêşeya Rojhelata Navîn berdewame

Firokêt Israelî bu roja diwazdê ser yek hêrişê dikene ser Lubnanê û çekdarêt Hizbullah berdewamin li hêrişêt muşekî yêt xwe bu ser Israelê.

Polîsê Israel ragehand ku li encama hêrişêt muşekî yêt Hizbullah bu ser bajêrê Heyfa du Israelî hatin kuştin û 14 kesêt dî birîndar bun.

Hevdem, li hêrişêt asmanî yêt Israelî bu ser Beyrut, başora Lubnanê û Bek’a bi kêmî pênc kes hatine kuştin.

Wezîrê berevanî yê Israelî Amir Peretz dibêjit hêrişa Israelî dê berdewam bit heta Israel çekdarêt Hizbullah li herêmêt nizîkî tuxîvê Israelê derêxit.