Li hêrişeka Israelî bi kêmî 50 sivîl li Lubnanê hatin kuştin

Li yek ji xînavîtirîn hêrişêt Israelî li operasyona leşkirî ya 19 rojî, Israelê pitr ji 50 kesêt sivîl li Lubnanê kuştin.

Karbidestêt Lubnanî dibêjin 34 ji qurbanîyêt wê hêrişa bajerokê Qena zarok bun.

Wezîrê saxlemîyê Lubnanî Muhemed Xelîfe dibêjit bi vê hêrişê jimara qurbanîyêt ku li hêrişêt Israelî li Lubnanê hatine kuştin gehişte 750 kesan.

Pitr ji 50 Israelî hatine kuştin. Karbidestêt Lubnanî dibêjin li hêrişeka dîya Israelî li bajerokê Yarûn pênc kes hatin kuştin, ku du ji wan zarok bun.