Israel dîsa hêrişê dikete ser başora Lubnanê û Hizbullah bakora Israelê muşek barzan diket

Karbidestêt leşkirê Israelî dibêjin serbazekê Israelî li şer û lêkdana digel çekdarêt Hizbullah li başora Lubnanê û sê Israelî li hêrişêt muşekî yêt Hizbullah hatin kuştin.

Leşkirê Israelî regehand ku ew serbaz li şer û lêkdana li dervey bajerokê Taybe hat kuştin.

Herwesa komandoyêt hêza deryayî ya Israelê hêriş kire ser avahîyekê li Sur. Karbidestêt Israelî dibêjin wan jimarek şerkerêt Hizbullah li wê avahîyê kuşin.

Hizbullah roja şembî bi kêmî 35 muşek havêtine bajerokêt bakora Israelê. Dîdevan dibêjn di hêrişan de sê kes hatin kuştin.