Serokê Surîyê Beşar El-Esed dibêjît berxwedana li dijî Îsraîlê meşrû ye û bo demekî li Rojhilata Navîn aştî nabît.
Esed dibêjît Îsraîlê ji mêj ve ew pîlana şerrê li dijî Hizbullahê li Libnanê danabû.
Beşar El-Esed li konferanseke rojnamevanan li Şamê, ji ber şerrê mehekê li dijî Îsraîlê, pesna şerkerên Hizbullahê da.
Wî her wesa bi dev havête Serok Bushî û got nexşeya wî bo ‘‘Rojhilata Navîna nû’’ jinav çûye. Bush binasên şerrê vê dawîyê li Libnanê dikete stûyê Hizbullah û piştevanên wê, Surîye û Îranê.
Li dû wan gotinên Esed, Wezîrê Derve yê Elmanyayê (Frank-Walter Steinmeier) ji serêdana xwe bo Surîyê vebû. Wî got wê gotarê dê li ser rewşa Rojhilata Navîn bandoreke nerênî hebît. Biryar bû ku ew karbidestê Elman îro çûba Şamê.