Karbidestên parastinê yên Tirkîyê dibêjin di lêkdana li dijî şerkerên Kurd li başûra rojhilatê da du serbazên Tirk hatîne kuştin.
Karbidestan li ser wî şerrê li herêma Kurdan li ser sînorê Îraqê zêdetir agahî nedan, lê rojnameyên Tirkîyê dibêjin ew şer li Çîyayê Gebarê li wîlayeta Şirnexê bû.
Şerrê li nav serbazên Tirk û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li van mehên dawîn dijwar bûye. Meha bihorî serhildayên Kurd bi kêmî ve 15 serbazên Tirk li başûra rojhilatê kuştibûn.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoganî hingê gotibû mafê Tirkîyê heye ku êriş bikete ser bingehên PKKê li bakûra Îraqê.
Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî li dijî êrişeke Tirkan li nav Îraqê ye û ji Enqerê xwestîye li xebata li dijî PKKê bi Amerîka ra kar biket.