''Hevpeymanan 12 polîsên Afxanî kuştin''

Karbidestên Afxanîstanê dibêjin firrokeyeke hevpeymanên bi rêberîya Amerîka li rojhilata wî welatî bêyîdest 12 polîs kuştîne.

Qumandarê Afxanî Abdul Rahman got wê firrokê îro li wîlayeta Paktika êriş birîye ser komeke polîsên nobedarên tixûbî.

Peyivdarekî hevpeymanan got ew lêkolînê diken ka ew gotin rast e.

Hevpeymanan meha Nîsanê dest bi lêkolînê kir ka rast e ku sîvîl û hêzên parastinê ji alîyê hevpeymanan ve hatibûne kuştin.

Serbazên hêzên hevpeyman li wê wîlayetê li dû serhildayên Taliban in.

Karbidestên Afxanî got berî hingê di du êrişên xwekujan da li başûra welatî heft serbazên Afxanî û serbazekî bîyanî birîndar bûyne.