Perlemanê herêma Kurdistana Iraqê li Hevlêrê kombuneka taybet girê da bu xandina bernivîsa desturê herma Kurdistanê.
Serokê perlemanî, Ednan Muftî, ragehand ku ev bernivîse bu partêt syasî, rêkxistîyêt sivîl û dezgehêt ragehandinê dihête hinardin, da welatîyêt Kurdistanê bîr û buçunêt xwe liser desturî bidene lîjneyeka taybet ya perlemanî.
Birgêt 11 û 12 taybetin bi paytext û alayê Kurdistanê, li dîv desturî Hevlêr paytextê herêmê ye.
Desturê Kurdistanê li beşa pêk hatîye, ku 160 birga bixweve digirît.