Rice seredana Rojhelata Navîn diket

Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice roja yekşembî birev Rojhelata Navîn birê keft.

Li demê seredana pênc rojya xwe, Rice digel şahê Erebistana Saudî Ebdullah û serokê Misrî Husnî Mubarek kom dibît. Rice herwesa digel serokê Felestînî Mehmûd Ebbas û serok wezîrê Israelî Ehud Olmert kom dibit.

Serok Bush got wî wezîra derve hinardye herêmê bu alîkarî kirna encamdana rîforma li dezgehêt parastina Felestînî û piştevanî kirna piroseya aştîya nêvbera Israel û Felestînî.

Wezîra derve cara dumahî li heyva heft, demê şerê 34 rojîya nêvbera Israel û Hizbullah, seredana herêmê kir.