Nancy Pelosi yekem jin di Serokatîya Civata Nuneran de

Nancy Pelosi piştî bîst salên di Kongresê de, li sala 2002 wek Rêbera Demokratan hate hilbijartin di Civata Nuneran de piştî ku Komarî zora Demokratan birin di hilbijartinên navînî de.

Pelosi got lazime partîya wê sînoreke eşkere dîyar bike li hember rêbazên serok Bush û Komarîyan.

Çar sal piştra dayika pênc zarokan ya 66 liber e ku bibe jina yekem wek Seroka Civata Nuneran.

Dengên ku gihîştine destê Pelosi rewşa San Fransisco ya lîberal dîyar dike. Pelosi xanimeke çalak e di karê mafên mirovan, plan kirina malbatê û di meseleyên jîngehê de. Wê herwisa li dij sîyaseta Bush ya kêm kirina bacan deng dabû.

Ji berê ve ye li dij şerê Iraqê ye û li dij bernameya Serok Bush bû ya dij terorîzmê ya çavdêrî kirinên elektronîk bo guh dana têklatîyên bi vî awayî.

Ji ber vê yekê jî dibû hedefeke serekî bo berbijarên Komarî, Serok Bush û yên din di nav hikumeta wî de. Serok Bush di derbarê vê xanimê de gotibû;

‘Seroka Civata Nuneran, sêyemîn karbidesta deste bala bo serokatîyê dibe xanimeke ku li dij nûkirina qanûna bi navê Patriot Act (Qanûna Welatperezî), li dij damezirandina Wezareta Asayîşa Niştimanî, li dij ladana Saddam Huseyn ji desthilatê û li dij bernameya çevdêrîkirina terorîstan û li dij programa CIA ya bo lêkolîna terorîstan deng daye.’

Şêwirmendê girîng yê serokî Karl Rove û yên din jî ev gazin gotin bi gotin dubare dikin.

Tew hin ji Demokratan jî xemgîn in ku ev êrîşên Komarîyan ser bi Pelosi ve di derbarê asayîşa niştimanî û terorîzmê de û zêdekrina bacan wê zîyanê bide şensê Demokratan.

Xuya ye ku Pelosi ji wan êrîşan hêzê werdigre û li hember îddîayên serok û Komarîyan ku gotine serkeftina Demokratan tê maneya ku wê di şerê Iraqê de zora Amerîka bê birin û herwisa di ya li dijî terorîzmê de jî, xanim Pelosî dibêje:

‘Qet ne xema min e, bi dîtina min ev yek nîşan dide ku çewa Komarî bê zar bûne û pêdivîya wan pê heye ku serokê Welatê Yekgirtîyên Amerîka di sîyaseta wan de bibe zilamê serekî.’

Yên ku rewşê di nirxînin dibêjin serkeftina Demokratan di Civata Nuneran de wê bibe destpêka pêvajoyeke tolhildana Demokratan li hember Komarîyên ku ji sala 1994an heta niha desthilat di destê wan de ye.

Belê Pelosi bi wê dîtinê nebawer e. Wek mînak bizava Demokratan ya pirs kirin û vekolîna Serok Bush bo ji kar derxistin ya li ser agahîyên berî şer li Iraqê înkar dike. Dibêje:

Pelosî digot eger Demokrat di hilbijartinên 7ê meha 11 de bi serbikevin û kontrola Civata Nuneran têkeve destê wan, wê ev encam bibe wek referandumê ji bo Komarîyan bixwe.

Wê soz daye ku ew dê di karê wêyî Serokatîya Civatê da, di 100 rojên destpêkê de hemu pêşnîyarên Komîsyona 11ê Îlonê bi cîh bîne ku wan lêkolînê li ser êrîşên terorîstî yên sala 2001ê, kiribûn û wê ew li ser zêdekririna kêmtirîn dehatîyan kar bike û herwisa ji bo vegera hêzên Amerîka ji Iraqê.

Pelosi dibêje guhertinên girîng wê rastî û dirustîya hikumetê be eger Demokrat serkeftinekê li Capitol Hill bi destvexin.

Di vê navê de Komarî çi ji destê wan hat kirin li hember vekolînên hilbijartinê yên du sê roj berî hilbijartinê ku nîşan didan Pelosi û Demokrat wê bi serkevin.

Eger bixwazî li vê raportê bi zaravayê Soranî guhdarî bikî, ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje 'Dirêjeyî raporteke be Soranî' bitiqîne.