Vekolînek dibêje Awusturalya bertîl wernegirtîye

Vekolîneke ku li Awusturalya hatibû kirin we dîyar diket ku hikumetê tiştek neqanûnî nekiriye, sebaret bi wergirtina bertîlan ji hikumeta berê ya Saddam Huseynî.

Encamêt wê vekolînê evro di raportekê de hatine belav kirin li ser bertîlêt ku Kompanya Firotina Dexlûdanya Awusturalî li jêr bernama nift bo xwarinê ya Neteweyên Yekgirtî da bûn.