Serok dibêjîte Surîye "girtîyên sîyasî berde''

Serok Bushî gazî Surîyê kir ku demûdest hemî girtîyên sîyasî ji zindanan berdet û dest ji maytêkirina serwerîya Libnanê berdet.

Serokî di daxuyaneke îro da got ew ji wan raportan aloz e yên dibêjin ku hindek girtîyên sîyasî yên nexweş ji sexbêrîya dixtoran bêbahr diken û hindek dirtîyên sîyasî jî danayne cem zindanîyên zordar.

Serokî her wesa Surîye gunehbar kir û got ew nahêlît gelê Libnanê mafê xwe bikar bînît û bêyî maytêkirina bîyanîyan di prosesa sîyasî da pişikdar bît.

Ji alîyê dî ve, Senatorekî Amerîkî îro li Şamê digel Serokê Surîyê Beşşar Esed kombû. Senator Bill Nelsonê ji Partîya Demokrat gote peyamhinêran wî îhtîmala danûstandinên linav Amerîka û Surîyê dîtîye.

Senatorê wîlayeta Florida got Serokê Surîyê gotîye ew amade ye ku li Îraqê alîkar bît.

Berî hingê Wezareta Berevanîyê hewil dabû ku Senator Nelson ji wê seredanê veket, Peyivdarê Koşka Spî Tony Snow îro got ew kombûn ne di cihê xwe dabû.