Helîkoptereka Amerîkî li Afganistanê kefte xar

Karbidestêt Amerîkî li Afganistanê dibêjin helîkoptereka leşkirê Amerîkî li başora rojhelata welatî kefte xar û heşit serbazêt Amerîkî hatin kuştin.

Helîkoptera li cûrê Chinook nizîkî rêrewana serekî ya nêvbera Kabul û Qendeharê kefte xar piştî firokevanî hebûna arîşê li makîna helîkopterê ragehan.

Peyvdarê hêzêt NATO kolonêl Tom Collins got pênaçit ku ew helîkopter ji layê dujminî hatibte bervedan.