Parêzvanên wî dibêjin Ocalan hatîye bi jahrî kirin

Parêzvanên Abdullah Ocalan dibêjin ji test û ceribandinên dawîn wisa xuya dike ku dibe ku Ocalan hatibe jahrî kirin.

Dibêjin li testên ku li ser çend tayên pora Ocalan hatine kirin, maddeyên kîmyewî yên bi jahr hatine dîtin. Parêzvan bo lêkolînê daxwaza şandeyeke navnetewî ya saxlemîyê kirin.

Wezareta Dadê ya Tirkîye di daxuyanîyeke nivîsî de dibêje Ocalan jî wek hemu girtîyan xweyî maf e û di derbarê saxlemî û tendurustîya wî da heta niha tu pirsgirêkek nebûye.

Wezaret dibêje parêzvanên wî ji ber ku daxwaznameya wan ya bo jinuve dadgehkirina wî ya li ber Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê meha buhurî nehatîye qebul kirin, ew ji bo ku li civata navnetewî balê bikşînin ev yek kirine.