Konferanseka parastina herêmî roja şembî li Bexda ya paytextê Iraqê hat girêdan, bu pêşve birna destûdarê tenahî li wî welatî.
Endamêt herdem yêt Civata Tehanî ya Netewêt Yekgirtî, welatêt cîranêt Iraqê û Komkara Erebî pişk darî li wê konferansê kir.
Li wê konferansê, serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî got hojdarî da ku zêde buna tîror û tondûtîjî ya tayîfî li nav Iraqê bu heye li hemî Rojhelata Navîn belav bit.
Li hevpeyvînekê da digel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî got ku ev konferanse mezintirîn konferanse li Iraqê bête kirn ewêt sala 1990.
Bu bihîstina hevpeyvîna digel birêz Zêbarî, fayla dengî li servey vî perî kilik bike.