Desteyeke mafên mirovan ya Neteweyên Yekgirtî hikûmeta Sudanê gunehkar diket û dibêjît ew bi xwe di tawankarîyên şerrî li devera Darfur da pişikdar e.
Wê desteya Neteweyên Yêkgirtî raporta xwe roja Duşembî ragehand û têda dibêjît hikûmeta Sudanê xelkê Darfurê ji tawankarîyên navneteweyî yên berfireh neparastîye û wê bi xwe ew tawan rêkxistîne û têda beşdar bûye.
Li dû gotina wê raportê, ‘‘hikûmet û mîlîsên Cencewîd bizaveke li dijî serhildayan birêve diben lê bahra pêtir armanca wan xelkê sîvîl e.’’
Ew deste jêr rêberîya xwudana Xelatê Aştîyê yê Nobelê Jody Williamsê bû û ji alîyê Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî ve hatibû şandin ku lêkolînê li ser xirabkarî û zêdegavîyên li Darfurê biket.
Karbidestên Sudanê çi bersiv neda wê raportê.
Komelên serhildayên Darfurê ji serê sala 2003yê were li dijî hikûmeta Sudanê serhildanê diken. Di çar salên bihorî da nêzîkî 200 hezar mirovan hatîne kuştin, pêtir ji 2 mîlyon mirovan jî bêcihûwar bûyne.