Chirac dê sîyasetê bihêlît

Serokê Fransayê Jacques Chirac ragehand ku ew ji bo gerra sêyem ya serokatîyê nabîte berbijar û paş 45 salan dê dest ji sîyasetê berdet.

Chirac roja Yekşembî li ser televîzyonê got wî hemî hêz û hesta xwe daye xizmeta Fransayê. Wî gazî Fransîyan kir ku li biha û nirxên Fransayê xweyî bin li demê guhartina dinyayê. Û gotê bila tundrêyîyê, nijadperestî û neyarîya Cihuyan her red biken.

Chiracî li sala 1962yê wek şîretvanê serokwezîrî dest bi sîyasetê kir û berî serokîyê, wezîrîya çandinê, şehirdarîya Parîsê û serokwezîrîya Fransayê kiribû.

Wî bi dijberîya şerrê Îraqê li sala 2003yê piştevanîyeke mezin ji xelkî wergirt, lê ew piştevanî par bi serhildana xortan û şermizarîya sîyasî helîya.