Bizaveke cîhanî bo bersînggirtina bazirganîya mirovan

Li dîv gotina Antonyo Maria Costa rêvebirê ofisa Beng û Muxadderat û Gunehkarîyan ya Neteweyêt Yekgirtî, bendatî bûye bazirganîyeka navnetewî ku hersal bi vê rêkê çend milyon kes têne kirîn û firotin. Wî li London got bizaveka nû ya navneteweyî li dijî bendatîyê destpêkirîye.

Bi texmîna Neteweyêt Yekgirtî di herwextekî da 2 milyon û 500 hezar kes têne kirîn û firotin û dibine bende. Her çende ku ev gunehkarîye gelek caran nayête zanîn lê digel hindê gelek kes texmîn dikin ku jimara qurbanîya gelek zêdetir e ji ku dibêjin.

Antonyo Maria Costa dibêjît bazirganîya mirovan nûke bûye bazareke 30 heta 40 milyar dolarî û gelek caran bi gunehkarîyeke rêkxistî ve girêdaye. Ew dibêjît her çende xelkê pitir têne hişyar kirin li ser vê meselê, lê hêjta pêdivî ye bête kirin.

Protokola Neteweyên Yekgirtî li dijî bazirganîya mirovan, ku 110 welatan mor kiribû, bazirganîya mirovan bi gunehkarîyeka navnetewî dide zanîn. Lê Antonyo Costa got ji ber ku li hindek welatan qanûn bi dirustî nayê bicêbecê kirin ev giriftarî bêrdewamîya mezintir lê têt.

Li dîv raporteke vê domahîyê ya ofîsa Beng û Muxadderat û Gunehkarîyan ya Neteweyêt Yekgirtî, Tayland, Çîn, Nîjerya, Almanya, Bulgaristan, Belarûs, Moldovya û Ukrayna ji wan welatan e ku bi mezintirîn jêderêt bazirganîya mirovan têne jimartin.