Brîtanya ragihand ku hemî têkelîyêt xwe digel Îranê ragirtin

Brîtanya ragihand ku hemî têkelîyêt xwe digel Îranê ragirtin bitenê bizavêt berdana 15 deryavanêt Brîtanî nebin ku ew bizav dê berdewam bin.

Îranê ew deryavan roja eynî girtibûn.

Peyamhinêra Dengê Amerîka Sonja Pace li London radigihînît ku leşkerê Brîtanî we dîyar kirîye ku ew deryavan dinav ava Iraqê de hatibûne girtin, ne ku dinav ava Îranê da.

Li kombûna Welatêt Komkarên Erebî, Wezîrê Derveyê Îranê Menuçer Muttekî got mesele dikare bê çareser kirin û got ew jina ku dinav 15 deryavanan de bû wê di demek nêz de bê berdan.

Îranî dibêjin digel deryavanên girtî de reftareke çak tê kirin.

Belê Îranê hêj destûr nedaye karbidestên konsulî yên Brîtanî ku peywendî digel wan girtîyan de bikin.