Şandeka civata niwênerêt Amerîkî seredana Rojhelata Navîn diket

Seroka Civata Niwênerêt Amerîka Nancy Pelosî û şandeka pêkhatî li endamêt Dîmokrat yêt civatê gehiştine Israelê li yekem seredana wan bu Rojhelata Navîn.

Şanda Pelosî çend endamêt Dîmokrat bixwe ve digirît ji wan berpirsê Komîteya Karûbarêt Derve ya civata niwêneran Tom Lantos û yekem endamê Musilman yê kongirisê Keith Ellison.

We çaverê dête kirn şanda Pelosî digel serok wezîrê Israelî Ehud Olmert û serokê Felestînî Mehmûd Ebbas kom bibin.

Şanda navhatî herwesa seredana Lubnan, Erebistana Saudî û Surya diken.