Nancy Pelosi bi Beşar El Esad re kom bû

" hspace=2 src="/kurdi/images/ap_us_syria_pelosi_alAssad_4apr07_eng_195.jpg" width=210 align=left vspace=2 border=0>Serok ango peyivdara Civata Nuneran ya Amerîka Nancy Pelosi dibêje serokê Sûrî Beşar El Esad jê re gotîye ew amade ye ku bi Îsraîl re danustandinên aştîyê bike.

Pelosi roja çarşemê li Şamê bi rêzdar Esad re kombû. Pelosi dibêje wê gotina serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert ragihandîye rêzdar Esad ku gotibû Îsraîl ji bo danustendinan amade ye.

Roja sêşemê serok Bush rexne li Pelosî girtibû ji ber seredana wê ya bo Sûrî. Rêzdar Bush digot Sûrî rê dide şervanên bîyanî têkevin nav Iraqê û bi vî awayî piştevanîya terorîzmê dike. Pelosi jî dibêje danustandina bi Sûrî re girîng e.

Komela Dualî ya Vekolînê li ser Iraqê dibêje divê ku Amerîka bi Sûrî û Îranê re dest bi danustendinan bike belê serok Bush ew yek qebul nake.

Amerîka balyozê xwe ji Sûrî vekêşandibû piştî ku şik ketibû ser Sûrî bi kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî li sala 2005. Sûrî têklatîya bi wê kuştinê re înkar dike.