Li Ramadî bi kêmîve 27 kes hatine kuştin

Polîsê Iraqê dibêje ji encama peqîna kamyoneka bombekirî li bajêrê alozê Ramadîye paytextê parêzgeha El Anbar bi kêmîve 27 kes hatine kuştin.

Karbidest dibêjin sibêdeya îro eynî xwekujî bi kamyona bombekirî ku gaza klorîn têdabû xwe li xaleka pişginîneka polîsan peqand.

Ji bilî kuştîyan nêzîkî 30 kes jî brîndar bûne.

Hêjayî gotinêye ku bajarê El Anbar devera serekî ya xirabkarêt Sinnî ye. Heman wext hêzêt Amerîkî û Iraqî li bajarê Dîwanîye ku dikevite başûra Bexda dest bi kiryarên ramalîna kirîne da ku vî bajarê aloz bêxîne jêr kontrola hikumetê.

Leşkerê Amerîkî dibêje leşkerê Iraqî bi piştevanîya Amerîkîyan sibêdeya evro eynî dest bi kiryarên xwe kirin bi armanca jêkvepijikandina bizavêt milîşîyayêt Şî'a yêt dijî Amerîkîyan ku dagirêt Muqtada El Sadr in.

Bi alîyekî dî ve runiştevanên deverê jî ragihand ku şer û pêkdadan dinavbera çekdarêt Şî'a û Hêzên Hevalbenda rûydan piştî ku serbazan hatin û çûn berbend kir û dest bi vekolîna malan kir.

Di peyamekê da Leşkerê Amerîkî ragihand ku roja pêncşembî serbazekî wan li bajarê Kerkukê hate kuştin.

Herwisa peyamhinêrê me Yehya Berzincî ji Kerkukê radigihîne ku borîyên petrolê ji devera Hemrîn dihinêrine parzingehên devera Beycî, hatine peqandin lê agirvekujan şîyan di demjimêrekê da wî agirî bi temirînin.