Neteweyên Yekgirtî jibo penaberan alîkarîyeke mezintir dixwaze ji welatên hevsînorên Iraqê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon ji welatên hevsînorên Iraqê dixwazît ku sînorên xwe bo wan Iraqîyan vekin; yên ku ji şerrê tîreyî û hêrîşên serhildayan li Iraqê redivin.

Ban ew gazîya xwe îro di gotareke bi vîdyoyê da kir jibo kombûneke Cenevreyê li ser rewşa xirab ya Iraqîyên ku ji cih û warên xwe derêxistî da.

Rêberê Neteweyên Yekgirtî gazî welatên dî kir ku mafê penayê bidine wan Iraqîyan; wan penaberan bihewînin.

Ew civîna du rojî ya karbidestên hikumetan û rêkxistinên alîkarîyê ji 60 welatan dinihêrîte rêyên xurtkirina piştevanîya penaberên ji Iraqê.

Rasperê karûbarê penaberan yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres dibêjît ew kêşeya penaberan bi mezinahî û bi berfirehîyeke dîrokî ye, lê têra xwe putê pê nakin.

Li du hesaba wê navenda karûbarên Neteweyên Yekgirtî pêtir ji milyoneke Iraqîyan revîne û çûyne Sûrîyê. Nêzîkî 750 hezarên dî li Urdunê ne û nêzîkî 2 milyon Iraqîyên dî jî li nav Iraqê bixwe bê cih û war bûyne.