Serok Bushî careke dî soz da ku qanuna mezaxtinên şerrê Iraq û Afganistanê veto biket eger ew ji vekêşana serbazên Amerîkî ji Iraqê demekê destnîşan biket.
Bushî îro got ew hîvîşkestî bûye ji rêya ku Demokratan li Kongresê bijartî ku pal didet jibo destnîşan kirina demekî.
Serok Bushî got danana demekî wisa dê destê generalên Amerîka girêbidet û bawerîya neyaran dê bixwe bêt. Serokî got eger niha ji Iraqê derbikevît, îhtîmal e ku Amerîka dîsa vegerîte wê deverê.
Rêberên Demokratan li Civata Nuneran û li Civata senatoran, şeva duşembî bi awayeke nefermî pêkhatin li ser qanunekê.
Ew qanun dixwazît serok Bush li 1ê meha 10 ya îsal dest bi vekêşana Leşkerê Amerîka ji Iraqê biket û heta meha 3 ya sala bêt piranîya hêzêt Amerîkî ji Iraqê derkevin.
Divêt ew qanun ji alîyê herdu Civatan ve bête mor kirin, berî ku ji serok Bushî re dişînin.