Rêberê jimare du yê El Qayde li Cezayîr hat kuştin

Ajansa deng û basa fermî ya Cezayîrê ragehand ku leşkirê wî welatî rêberê jimare du yê giropeka ser bi El Qayde kûşt.

Ajansa APS li ser zimanê karbidestên parastinê ragehand ku Semîr Mûssa’ab roja pêncşembî ji layê karwanekê leşkirî 40 kîlometra dîr ji Cezayîra paytext hat kuştin.

Her li vê heyvê, giropa çekdarîya binavê Rêkxistîya El Qayde li Rojavaya Islamî berpirsîyarîya xwe biramberî du peqînêt xwekujî ragehand ku têda 33 kes hatin kûştin û bi kêmî 200 kes birîndar bun.

Yek ji peqîna li dervey nivîsingeha serok wezîrê Cezayîrê çêbu li navenda paytextî. Peqîna duyê bu ser bingehekê polîsî hat kirn.