Sarkozy jibo Fransayê soza yekgirtin û guhertinê dide

Serokê parêzkar yê nû hilbijartî yê Fransa Nicolas Sarkozy dibêje serkeftina wî ya roja yekşemê di hilbijartinê da rê daye wî jibo guhertinan li Fransayê.

Rêzdar Sarkozy dibêje gelê Fransî bi hilbijartina wî, dengê xwe dane guhertinê. Wisa çaverê tê kirin ku wê hikumeta wî ji binîve guhertinên aborî û sosyal bike.

Serokê nû hilbijartî soz dide ku wê ew gurura berê ya Fransî dagerîne û wê ew bibe serokê hemu Fransîyan. Ew bi gotina wî soza “nûkirina nirxa xebatê, desthilatê, exlaqê, rêzgirtinê û asasîyê” dide.

Rêzdar Sarkozy herwisa soza baştir kirina têklatîyên bi Welatên Yekgirtîyên Amerîka re û bi Ewropayê re da.

Wê wezîfa pênc salan ya serokê nû li 16ê meha pênc-Adarê destpêbike.

Piştî serkeftina rêzdar Sarkozy hate eşkere kirin li Parisê û li çend bajêrên din yê Fransayê roja yekşemê xwenîşandanên bi teşqele derketin û polîs jibo ku tundûtûjîyê rawestîne ava bi paldan û gaza rondikrêj bikar anî.