Li Bexda bi kêmîve 25 kes bi peqîna otomobîleke bombebarkirî hatin kuştin

Karbidestên parastina Iraqê ragihand ku bi kêmî 25 kes bi peqîna otomobîlekê li bazareka başura rojavayê Bexda hatine kuştin.

Polîsan ragihand ku nêzîkî 60 kesên dî li ew peqîna evro sêşembîyê li taxa Amel li paytextê brîndar bûn.

Li bakura Bexda çekdaran teqe li otomobîlekê kir ku xwendekarên kolêjê têda bûn û heyşt ji wan kuştin.

Li hêrîşeka bi hauna bi ser kolêjêkê ve bi kêmî sê xwendekarên dî hatine kuştin.

Her li paytextê û li encama peqîna bombekê ser şeqamê nêzîkî bingehê polîsê Zeyuna yek kes hate kuştin û sê kesên dî jî brîndar bûn.

Ev dem leşkerê Amerîka ragihand ku Hêzên Hevalbendîyê 15 gumanlêkirî yên El Qaîdeyê li Iraqê girtîne. Herwisa leşker ragihand ku Hêzên Hevalbendîyê 12 Iraqîyan azad kirîn ku ji layê terorîstan li bajêrokê Kermah hatibûne revandin.

Hêjayî gotinê ye serok Bush roja duşembîyê bi telefonê digel serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî axift û daxwaz jê kir ku proseya aştîbûna sîyasî navbera komeleyên tîreyî yên Iraqî bi pêşve bibe.

Gelî xwendevan û guhdarên hêja, li ser van peqînên li Bexda peyamhinêra me Sirwa Abdulwahid raportek şandîye; eger hun bixwazin li vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe re guh bidin bernameyên me li ser destê çepê ku dibêje "Audioyên Kurdi."