Îran û Amerîka li ser rewşa tenahîya Iraqê li hev kirin

Balyozê Amerîkî li Iraqê dibêjît kombûna wî digel hevberê wî yê Îranî her weke danustandinên kardarîyê bûn û herdu alî razî bûn ku wan Iraqeke tena divêt.

Ryan Crocker got kombûna evro duşemê li Bexda ku yekem kombûna li ser astê bilind e navbera Amerîka û Îranê, nêzîkî 30 salan bo demên çend demjimêrekê berdewam bû.

Crocker got wî gote balyozê Îranê Hesen Kazimî ku Tehran divîye piştevanîya xwe bo çekdaran li Iraqê rabigrît ku şerrê hêzêt Amerîkî û Iraqî diket.

Desthilatdar li Tehranê wan gotinan red diken ku dibêjin Îran berpirsyare li beramberî hêrîşêt xirabkaran li Iraqê.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka têkelîyên dîplomasîyê yên xwe digel Îranê ragirt piştî li heyva 11 ya sala 1979ê hêrîş li ser balyozxana Amerîkî hate kirin û karmendên balyozxanê hatin revandin.

Seraya Sipî gotibû li danustandinên Bexda behsa kêşeyêt navnetewî digel Îranê li ser bernameya wê ya navokî û mesela welatîyêt Amerîkî ku Îranê girtîne nayête kirin.

Kazimî got, wî gote balyozê Amerîka ku Îran amade ye leşkerê Iraqê fêr û çekdar biket.

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî ku danustandinêt evro navbera Îranê û Amerîka destpêkirin, gote ew piştrast bû ku Amerîka û Îran amade ne lil ser sîyaseta xwe ya li Iraqê birêk kevin.

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêjit; ''Em ne bitenê navbera du alîyêt hevrêk navberîyê dikin, ji ber ku bi dîtina me em alîyekî serekî ne ku bizavê diket danustandin berev simteke baş biçin."