Li Felluce bi êrîşeke topan 5 kes hatin kuştin

Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin bi êrîşeke topan li Felluce li rojavayê Bexdayê bi kêmîve 5 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî brîndar bûne.

Karbidest dibêjin ew êrîşa topan çarşema îro wisa dîyar bû ku bo armanceke bingeheke Amerîkî bû lê belê li devereke ku xelk lê dijîn ketîye.

Li Sadr'a li Bexda ku xelkê lê dijî bi giştî Şî'a ne Hêzên Hevpeymanî şeş gumanbarên şaneyekê girtin bi şika ku destê wan hebûye di anîna bombeyên ku li kêleka rê vedişêrin û hin çekên din ji Îranê.

Hevdem Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî dibêje revandina 5 hevwelatîyên Brîtanî li Bexda wisa dîyar e ku karê Leşkerê Mehdî; milîsên Şî'a be û dibe ku wan alîkarî ji polîsên xwecîhî wergirtibe.

Çekdaran bi cil û bergên polîsan 5 kes revandibûn.