Serokê Felestînê Mahmud Abbas destûdarên tengavîyê ragihand piştî bi rojan şerrekî dijwar dinavbera komeleyên Hamas û Feth da domîya.
Alîkarekî wî Tayîb Evdil Rahîm pêncşema îro di demek dereng de ji bajêrokê Ramallah li Kenara Rojava ragihand ku rêzdar Abbas hikumeta yekgirtî ya Hamas û Feth ji hev belav kirîye û wezîfa serokwezîr Îsmaîl Hanîyeh'ê ku ji bizava Hamasê ye, bi dawî anîye.
Alîkarî got rêzdar Abbas hikumeteke nû datîne û dê bizavên xwe yên din bike weke bersiveke bi gotina wî "cenga tawanbar" ya li Devera Xezze bide.
Hamas ev yek wek "tiştek bê mana" anî zimên.