Wezîrê Derveyê Iraqê li hember pêvajoya sîyasî geşbîne

Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî balê kişand ser bizava hikumeta xwe ya di derbarê bombekirina vê dawîyê ya mizgefta pîroz ya Şî'ayan da, wek mînakeke ku ew çewa di rêberayetîyê de jêhatîtir bûne.

Zebarî dibêje "Vêcarê hikumet wek berê nebû û zûtir rewşê kontrol kir. Herwisa vêcarê wek salek û nîv berê me tu kuştînkarî û tolhildan nedîtin piştî ku cara yekem bombe hate teqandin."

Zebarî gote bernama Late Edition li ser CNN rêberên olî û sîyasî yekûdu girtin bo rê girtina li ber tundûtûjîyên tîreyî û kuştinkarîyên piştî bombekirina berê ya ser bi mizgefta Samarra. Hikumeta Iraqê do roja yekşemê qedexekirina çar rojan ya çûn û hatine rakir.

Di vê navê da Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî got ew geşbîne ku Iraqî di pêvajoya sîyasî de û di wan armancên ku bo xwe danîne wê bipêşve kevin. Dibêje ew jibo demek nêz serkeftinên qewî dibîne ku hin ji wan; derbaz kirina qanuna lihevparkirina dahatîyên nifta Iraqê û herwisa raporteke Komîsyona Pêdaçûna Destûrî.

Dibêje "Bêguman di vî warî de bizav heye lê belê ne bi qasî ku dostên me yên
Amerîkî hez dikin bibînin zûtir nayê kirin."

Zebarî herwisa got karnameyeke bi temamî ya parlamana Iraqê heye û ji qewlî wî ve "bi tenê du heftî tatîla havînê werdigre."

Generalê Amerîkî David Petraeus, komandarê serbazên navnetewî li Iraqê, xwe amade dike ku li meha neh-Îlonê raporteke li ser rewşa Iraqê pêşkêşî Serok Bush û Kongresê bike. Li hevpeyvîneke bi Fox News Sunday re wî got hêjî li ber hikumeta Iraqê demek heye ku pêşketinên zêdetir bike.

General Petraeus dibêje " Hikumeta Iraqê dizane ku alîkarîya ku ji destê me (hêzên navnetewî) were, girêdayî pêşketinên wan yên dinav çend mehên werin e."

Di heman katê de Balyozê Welatên Yekgirtî li Bexda Ryan Crocker, helwest û têgihîştina Washington ragihand ku karekî sext û dijwar li ber rêberên Iraqê ye. Wî ev dîtin li ser bernameya Meet the Press ya kanala televîzyona NBC anîn zimên.

Balyoz Crocker dibêje "Ew karê li ber wan qet hêsan nîne û ji dema ku ez hatime vira, ew ez gelekî xweşhal bûme bi dilsozî û keda ku karbidestên Iraqê jibo xelas kirina vî karî nîşan dane."

Belê Balyoz Crocker huşdarî da ku ew di wê hizrê de ye li Washingon bêsebr bûn zêde dibe li hember zûtir kirina bizavên rêberên Iraqî bo lihevkirinên sîyasî.

Balyoz Crocker dibêje "Bi xema min û bi dîtina me herduwa ya min û General Petraeus, du cure katjimêr hene û katjimêra Washington ji ya Bexdayê gelek zûtir kar dike."

Îro li Washington Wezîrê Derve Hoşyar Zebarî bi karbidestên Amerîkî re kom dibe. Ew ev seredana Washington dike piştî seredanên vê dawîyê yên Cîgirê Wezîra Derve John Negroponte û Wezîrê Berevanîyê Robert Gates bo Bexda .