HRW ji Îranê re dibêje dev ji daleqandina zarokan berde

Komeleke mafên mirovan ya navnetewî ji Îranê dixwazît da îdam kirina cihêlêt ji 18 salî kêmtir rawestînit.

Rêxistîya Zêrevanîyêt Mafên Mirovan, Human Rights Watch, dibêjît Îranê pitir her welatekî dî li cîhanê kesêt ji 18 salî kêmtir îdam kirîne û dibêjît sala 2004ê Îranê 17 cihêlên nûgeh îdam kiribûn û dibêjît hindek ji wan hatibûne îdam kirin bi hindek guneha ku wan di jîyê xwe yê 15 salî de kiribûn.

Karbidestekî komela mafên mirovan dibêjît pêdivîye Îran îdam kirina zarokan rawestînît pêgirtina xwe ya navnetewî cêbicê ket ku îdam kirina cihêlên nûgeh berbend biket.

Rêxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan dibêjît, bi tenê welatêt dî yêt hatîne zanîn ku nûgehan îdam diken Sudan, Çîn û Pakistan in.