Oldarên Pakistanê dibêjin mirîdên li mizgefta dorlêgirtî amade ne ku xwe bidin dest

Oldarekî serekî yê li nav mizgefta radîkal û dorlêgirtî li Îslamabada paytextê Pakistanê dibêje ew bixwe û murîdên wî amade ne ku xwe bidine dest û teslîm bibin.

Piştî daxuyanîya Abdul Reşîd Gazî birayê wî yê ku herwisa di wê mizgeftê de oldarek serekî ye gazî wan kesên di mizgeftê de ne kir ku ew jî xwe bidine dest.

Abdul Azîz ev daxwaz îro roja pêncşemê li ser televizyona dewletê kir. Dema wî dest bi hevpeyvînê kir cilûbergê jinan(burqa) lê bû weke roja çarşemê wextê ku dixwest ji mizgeftê bireve hate girtin dîsa ev cil lê bûn.

Berî wê, hêzên tenahîya Pakistanê jibo çavtirsandinê bombeyên piçuk teqandin û pê dîwarekî Mizgefta Lal anku Mizgefta Sor hilweşandin. Şahid dibêjin piştî wan teqînan dengê gullebaranê jî hatîye.

Vê heftîyê di vî şerrê li mizgeftê de bi kêmîve 16 kes hatine kuştin. Endamên vê mizgeftê weke Talîbanan daxwaza Şerîetê anku qanuna Îslamî dikin.