Li Iraqê neh terorîst hatin kuştin, 20ên din jî hatine girtin

Leşkerê Amerîkî li Iraqê kuştina neh terorîst û girtina 20 gumanlêkirîya li çend hêrîşên seranserê Iraqê ragihand.

Leşkerê Amerîkî di beyannameyekê de ragihand ku rêberekî bilindê xirabkaran bi gumana rêxistina piştevanîya lojîstîkî ji layê Îranê li Bexda hate girtin.

Leşkerî ragihand ku heft terorîst û şeş polîsên Iraqî li demê girtina wî hatine kuştin û li çend operasyonên dî li navend û rojavayê Iraqê leşkerî kuştina du terorîst û girtina 19 terorîstên dî ragihand.

Roja pêncşembê jî li şer û lêkdanên navbera serbazên Amerîkî û çekdaran li taxeke Şî'a 13 kes hatin kuştin, ku du ji wan karmendên Ajansa Dengûbehsa Reuters bûn.

Dîdevan dibêjin ew du karmendên Reuters li hêrîşeka bi helîkopterên Amerîkî hatine kuştin, lê leşkerê Amerîkî ragihand ku ew herdu li demê şer û lêkdanan hatine kuştin.