Rice dibêje li Iraqê pêşveçûn ne xurt in belê ji rêveberîya Bush re demek dirêjtir divê

Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice dibêje hikumeta Iraqê pêşveçûneke ku bi qasî karbidestên Amerîkî hîvî dikirin nekirîye belê bala rexnegirên kongresê dikşîne û dibêje lazime ew demek dirêjtir bidine rêveberîya Bush li ser stratejîya Iraqê.

Îna îro rojek piştî ku rêveberîya Bush raportek demî pêşkêş kir ku dibêje pêşveçûna leşkerî û sîyasî li Iraqê hatîye sînordar kirin, Rice di gelek hevpeyvînan de li ser televizyonên Amerîkî lli ser vê meselê peyivî.

Wê rewşa Iraqê wek "bi zehmet û zorî" nirxand belê herwisa got "ev karekî linav pêvajoyê ye."

Rice wê meha were bi Wezîrê Berevanîyê Robert Gates re here Rojhilata Navîn da ku bi hevalbendên Amerîka re li ser rewşa Iraqê bişêwire.

Civata Nuneran ya Amerîka roja pêncşemê biryarnameyekê derbaz kir ku tê de vekêşana piranîya hêza şerker ya Amerîka ji Iraqê tê xwestin heta meha çar-Nîsana sala bê.

Civata ku piranîya wê di destê Demokratan de ye bi 223 dengên li hember 201 dengan ew biryarname derbaz kir. Biryarname dibêje lazime Serok Bush Kongresê agahdar bike ka dê ew qet hêzeke serbazan ji bo çend armancên wek hîn kirina leşkerê Iraqê û parastina dîplomatan li Iraqê bihêle an na.