Hefit nobetdarêt toxîvî li Herêma Kurdistana Iraqê hatin kuştin

Karbidestêt Herêma Kurdistana Iraqê dibêjin hefit nobetdarêt toxîvî nizîkî toxîvê Iranê hatin kuştin.

Karbidest dibêjin ew nobetdar li busekê roja yekşembî li devera Pêncwîn hatin kuştin. Herêma Kurdistana Iraqê ta radekê tenaye bi hevberî kirn digel beşêt dî yêt Iraqî.

Her roja yekşembî, otombîlek li navenda Bexda peqî û bi kêmî çar kes hatin kuştin û 15 kesêt dî birîndar bun.

Li başora Bexda jin û kurê karbidestekê xwecihî li bajerokê Ezîzîye hat kuştin.

Li bakora Bexda, bi peqîna bombeka birex şeqamê şûfêrekê otombîleka barhelgir hat kuştin.

Bu pêzanînên pitir li ser hêrişa devera Pêncwîn, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.