Leşkerê Amerîka dibêje wan endamê serekî yê El Qaîdeya Iraqê girtîye

Karbidestên Leşkerê Amerîkî dibêjin wan endamekî serekî yê El Qaîde li Iraqê girtîye.

Peyivdarekî leşkerî evro got hêzêt Amerîkî Xalid El Meşhedanî girtîye ku we tête bawer kirin hevkarekî nêzîkî Ebu Eyyub'l Misrî ye; yê Misrî ku rêberîya el Qaîde dike li Iraqê.

Bi alîyekî dî ve leşkerê Amerîkî got sê serbazên Amerîkî hatine kuştin bi peqîna bombên ser caddê li Bexda.

Du serbaz duhî li rojava Bexda hatibûne kuştin demê dezgeheka peqandinê nêzîkî otomobîla wan peqî li rojava Bexda û serbazê sêyê bi peqandineka dî li rojhilata Bexda hatibû kuştin.

Karbidestêt Iraqî got çar kesêt sîvîl evro hatine kuştin û heft birîndar bûn bi peqînekê li Bexda.