Nexşeyeke nû ya Leşkerê Amerîka dîyar dike ku heta du salan dê leşker li Iraqê bimîne

Nexşeyeke nûya Leşkerê Amerîkî bo mana serbazan di Iraqê de dîyar diket ku dê bo demê du salên dî leşkerê Amerîkî li Iraqê bimînitin.

Nexşeyê bi navê Hewla Hevpişk hatibû pêşêxistin ji alîyê mezine qumandarê Amerîkî li Iraqê General David Petraeus û balyozê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker.

Bo cara yekê rojnama The New York Times îro sêşem ew nexşe ragihandibû.

Li gor wî nexşeyî daxwaza vegerandina tenahîyê tê kirin li hinek herêmên Iraqê, ji wana bajarê Bexda'yê paytext.