Abdullah Gul dîyar kirîye ku reng e careka dî xwo bo serokatîyê berbijar biket

Wezîrê Derveyê Turkya wisa dîyar kirîye ku reng e careka dî xwo bo serokatîyê berbijar biket piştî serkeftina partîya wî li hilbijartinêt roja yekşembî.

Abdullah Gul evro li Ankara got ew neşêt guhê xwo nedet piştevanîya xelkî ku piştevanîya berbijar kirina wî dikin. Lê endamêt ji partîya hevrêk ya Partîya Gelî ya Komarî Mustafa Ozyurek got partîya wî hêjta dijî berbijar kirina Gulî ye.

Partîya hevrêk serê vê salê pişikdarîya hilbijartina serokatîyê nebû ku ev jî bû eger bo partîya li ser desthilatê dusêkîya endamîya parlamanê nebin ku bo hilbijartina serokekî pêdivîne.

Li domahîya heyva çar-Nîsanê bi sedan hezar Tirkan dijî berbijar kirina Abdullah Gul bo serokatîyê xwenîşandan kiribûn û alîyêt hevrêk huşdarî dabû ku raborîya wî ya îslamî dê gefe bit li ser Komara îlmanî ya Turkya.

Li hilbijartinêt berîwext yêt parlamanî ku bo çareserkirina wê kêşeyê hatibû kirin, partîya desthilatê nêzîkî %47 dengan înan. Lê hêjta piranî anku dusêkîya dengan neînaye, ku pêdivîye bê piştevanîya komela hevrêk serokekî hilbijêret.