NATO dibêje ew dê li Afganistanê bombeyên piçûktir bi kar bîne

Karbidestên NATO'yê dibêjin nîyeta wan heye ku li Afganistanê jibo ku rê li ber zîyana li ser can û malên xelkê sivîl bê girtin ji vê û pêde bombeyên piçuktir bikar bînin.

Sekreterê giştî yê NATO'yê Jaap de Hoop Scheffer got jimara xelkê sivîl ku hatine kuştin di şerê navbera NATO û Talîban de zîyanê daye navûdengê NATO'yê. Wî herwisa got wan ferman daye komandarên xwe yên li wê derê ku êrîş nekin serhildayên dinav xelkê sivîl de veşartî.

Serokê NATO'yê duşema îro di hevpeyvîneke "Financial Times" de peyivî. Berê Scheffer milîtanên Talîban gunehbar dikir ku wan xelkê sivîl yên Afganistanê wek mertalên ji mirovan bi kar dihanî.

Rexne li Hêza Hevalbendîyê ya li Afganistan dihate girtin ku jiber kiryarên li dijî Talîban û milîtanên din, gelek sivîl dihatin kuştin.

Meha buhurî Serokê Afganistanê Hamîd Karzaî NATO û hêza bi rêberîya Amerîka gunehbar kir bi kuştina 90 sivîlan di êrîşan de yên bi firoka û topan li dijî Talîban.