Pentagon bi Tirkîye û Iraq re "ji nêz ve" kar dike li ser kêşeya PKKê

Wezareta Berevanîya Amerîka dibêje ew bi hikumetên Iraq û Tirkîyê re ji nêz ve kar dikin li hember metirsîya serhildayên Kurdên ku ji başûra rojhilata welatî êrîş dikin Tirkîye.

Peyivdarê Pentagonê Bryan Whitman dibêje Welatên Yekgirtîyên Amerîka pênasînê dike ku Partîya serhilda ya Karkerên Kurdistanê anku PKK, pirsgirêkeke girîng e.

Whitman ev axaftin kirin wek bersiveke nivîseke rojnameyekê ku dibêje karbidestên Amerîkî bi karbidestên Tirk re kar dikin li ser operasyonên dizî ku gerîlayên Kurd û rêberên wan tepeser bikin

Nivîskar Robert Novak got armanc ew bûye ku rê li ber Tirkîye bigrin da ku bakûra Iraqê jibo kiryarên li dijî bingehên PKKê dagir neke.

Ev demek e ku nîyeta leşkerê Tirkîye heyeji ser sînor derbazî xakê Iraqê bibe ji bo kiryarên li dijî PKKê ku we bawer tê kirin li bakûra Iraqê ya Kurdî xwe vedişêre. Karbidestên Amerîkî gotine ku kiryareke wisa tu car bi kêr nayê.