NY dibêje Koreya Bakûr hevkarîyeke dirust kirîye di bizava daêxistina sazgeha wê ya serekî da

Lêvekolekî navokî yê Neteweyêt Yekgirtî diibêjît Koreya Bakûr hevkarîyeke dirust kirîye digel Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî di bizavêt wê da bo zêrevanîyê li ser daêxistina sazgeha wê ya serekî da.

Lêvekolê Ajansê Adil Tolbe li Pekîn, li Çînê gote peyamhinêran ku tîma wî pêngava yekê cêbicê kirîye li Koreya Bakûr û vegerîyane bingehêt Ajansê li Vienna bo nirxandina vekolîna xwe.