Leşkerê Afganistanê bi firokan belavokan berdane xwarê ku têda huşdarîyê didin ji îhtîmala kiryareka leşkerî li parêzgeha Xeznî ku guman heye li wêrê Talîban 21 rehîneyên Koreya Başûr girtîne.
Karbidestek mezin li wê herêmê got belavok evro li ser çend deverêt wê parêzgehê hatibûne belav kirin lê Wezareta Berevanîya Afganistanê dibêjît ew belavok behsê kiryarek leşkerî ya rutînî dikin û çi peywendî bi rewşa wan rehîna nîne.
Demek kurt piştî ku muhleta dawî ya milîtanêt Talîban evro bi domahî hatî, kesê ku xwo bi peyivdarê Talîban dabû nasîn got 21 rehînêt mahî hêjta sax in.
Revînkaran heta niha du rehîneyan kuştin û Taliban huşdarî dabû ku hêjda dê rehînat kujît heke hikumet beramberî berdana rehînan girtîyêt wan azad neket. Kabul bi daxwaza Talîban razî nabit.
Li Seul kesûkarêt rehîneyan di belavnameyekê da ji karbidestêt balyozxana Amerîkî daxwaz kir ku li danûstandina harîkarîyê biken.