Hikumeta Libnanî dibêje polîs rêberê milîtanên Îslamî yên ku li dij leşker li penageheke bakûra Libnanê şer dikin kuştîye.
Wezîrê Navxweyî Hessas Sebbah roja duşemê li demek dereng ji kabîneya hikumetê re got Ebu Hureyra'yê ku cîgirê komandarê Feth'l Îslam bûye, heftîya buhurî li bajêrê Trablus di şerrekî de bi polîsan re, hatîye kuştin û yekî pê re jî birîndar bûye.
Wezîrî herwisa got cendekê komandarê Îslamî bi rêya ceribandinên DNA û ji alî endamên malbata wî hatîye nasîn.
Komeleya Feth'l Îslam ku dibêjin li kuncekî kampa penageha ya Nehr'l Bered leşker dor li wan girtîye, misêwa muşekên Katyuşa berdidan ser deverên dora kampê û dibûn sebeba kuştina xelkê sivîl.
Ji ber vî şerê ku ji 20ê meha pênc-Gulanê heta niha li dora kampa nêzî Trablus didome, zêdeyî 200 kes hatine kuştin ku ji wan 125 kes serbaz in.