Li Nagazaki 62. bîranîna avêtina bomba atomî hate kirin

Bajêrê Nagazakî li Japanê bîrhatina 62 sałîya hêrîşa bi bi bomba li Cengê-II Cîhanê diket û daxwaza nehêlana çekêt navokî dike li seranserê cîhanê.

Evro di rêûresmêt bîrhatinê da bi hezaran kes xirvebûbûn, yek ji wan serokwezîr Şînzo Abe bû û deqîqeyekê bêdeng rawestîyan bo bîrhatina wê serhatîyê.

Demê firokeka Amerîkî bombeka atomî li bajêrî day li sala 1945ê û pitir ji 70 hezar kesan hatibûne kuştin.

Şehirdarê bajêrî di gotarê xwe da got divîya çi caran rêk nebît çekên navokî bêne bi kar înan û hetta hizra xwe jî têda neken jiber her egerekî bît.

Hêrîşa li ser Nagazakî hatîye kirin, sê rojan piştî Amerîka bajêrê Hiroşîma yê Japanê wêran kirî ku yekemîn hêrîşa navokî bû li cîhanê û bikêmîve 140 hezar kes di wê hêrîşê da hatibûne kuştin.