Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda ye

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Messûd Barzanî şeva şembî gehişte Bexda.

We çaverê dête kirn birêz Barzani digel karbidestêt bilind yêt Iraqê kom bibît.

Serokê dîwana Serokayetî yê herêmê Fû’ad Hûsên di hevpeyvînekê da digel Dengê Amerîka basê karnama seredana serokê herêmê bu paytexê Iraqî diket.

Wî got bizav dêne kirn bu înana hikumetekê ku bişêt bi çalakî kar biket.

Bu guhdarî kirna wê hevpeyvînê, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.