Piştî morkirina rêkeftineka sîyasî digel partîyên serekî yên Iraqî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê Messûd Barzanî roja Sêşembî vegeryave Herêma Kurdistanê.
Serokê Amerîkî George Bush pesina rêberên Iraqî da û got ku ew rêkeftin nîşana pêşveçûnê ye li Iraqê.
Hevdem, perlemanê Kurdistanê kombûneka ne-asayî girê da bu bersiv vedana topbaran kirina xakê Herêma Kurdistanê ji layê leşkirên Turk û Iranî ve.
Osman Mehmûd wezîrê karûbarên navxwe yê herêma Kurdistanê, li kombûna perlemanî got bitinê li Qeladizê 40-45 malbata malên xwe hêlayne û 20 gund hatîne çûl kirin.
Herwesa Kerîm Sincarî, wezîrê herêmê bu karûbarên navxwe, gotarek pêşkeş kir û got ku li roja yekê Tebaxê heta roja 27 Tebaxê li parêzgeha Duhokê 331 gulletop li 23 gundan keftîne xar û sê cara firokên Turk hatîne nav asmanê Herêma Kurdistana Iraqê.