"Ez hatina meha Remezanê li nik Misilmanan li Amerîka û li seranserê cîhanê pîroz dikim. Rojêt Remezanê pîroztirîn rojin di Îslamê da ku berî sibêdê destpêdiken bo bîrhatina nazil bûna Qur'anê bo Mihemmed Pêxemberî.
Di rojêt Remezanê da nivêj û dua têne kirin. Misilman pitir pişta xwe bi Xudê germ diken û li bîra wan e.
Herwesa Remezan helkeftinek e bo Misilmanan da têkelîyêt xwe yêt malbatê û civatê xurttir biken û nimetêt ku Xudê dayîne wana digel kesêt pêdivî pişikdar biken.
Gelek dîn û ol li Amerîka hene û civaka me ya dewlemend e bi hevwelatîyêt Misilman.
Hîvîdarim rojêt Remezana pîroz bîra me hemîyan bîneve bo hevjînîya kulturî û xêra digel kesêt dî bikeyn.
Laura û ez, germtirîn silavêt xwe dihinêrîn.
Remezan mubarek."
George W. Bush