Bi kêmî ve 28 kes li Iraqê hatin kuştin

Desthelatdarên Iraqî dibêjin li çend hêrişekên çekdarî bi kêmî ve 28 kes li seranserî welatî hatin kuştin, piştî giropeka ser bi El-Qayde hujdarîya encamdana hêrişên nu li meha Remezanê da.

Polîsî ragehand ku çekdarên gumanlêkirî yên El-Qayde li Iraqê bi kêmî ve 14 li bajerokê Muqdadîye, li bakora Iraqê, kuştin û agir berdane 12 avahîyan.

Herwesa bi peqîna bombekê li bazara bajerokê Tuz Xormatu, her li bakora Iraqê, bi kêmî ve şeş kes hatin kuştin.

Li Bexda û li encama jimareka peqîn û hêrişan bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku serbaza kesekê gumanlêkiryê ser bi El-Qayde girtîye ku we bawer dête kirn ew berpirsîyar bit biramberî kuştina rêberê Erebê Sunne, Şêx Ebdul-Settar Ebu Rîşe. Ebu Rîşe roja Pêncşembî bi peqîna otombîlekê li Rumadî, paytextê parêzgeha Enbar, hat kuştin.