Rêberê hukumeta Hemasê li devera Xeze, Ismayl Henîye daxaz ji welatên Erebî kir pişkdarî li konferansa Rojhelata Navîn neken ku ji layê Amerîka ve dête rêkxistin bu berqerar kirna aştîyê nêvbera Israel û Felestînîyan.
Di hevpeyvînekê da digel govareka Felestînî ku roja Şembî belav bu, Henîye got Erebistana Saudî û Misr bi taybetî tivîye pêdaçûnê bi biryara xwe biken bu pişkdarîyê li konferansê.
Henîye herwesa got gelê Felestînî hind hîvî nîne ku kombûna çi encam hebin.
Roja Çarşembî serok wezîrê Israelî Ehud Olmert û serokê Felestînî Mehmûd Ebbas li Orşelîmê kom bun bu baskirna dariştina beyannameka hevpêk liser damezrandina dewletekê Felestînî.
We çaverê dête kirn herdû rêber wê beyannamê pêşkeşî konferansa aştîyê biken ku li heyva bihêt li Amerîka dête kirn.